Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Amedê yê Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk encamên hilbijartinê ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku li gel astengiyan jî gelê Kurd careke din helwesta xwe li aliyê demokrasiyê danî.
Ozturk anî ziman ku gelek dengên Partiya Çepên Kesk hatine dizîn û niha jî îtirazên wan dewam dikin û diyar kir, ku bûûsûliya mejiyê qeyûm ne rewşeke matmayî ye. Ozturk diyar kir ku heta niha ti bêhiqûqî nema ku li wan nehatiye kirin û got, "8 sal in li hemberî me HDP, DBP, KCD bênavber operasyon têne kirin. Ji ber doza girtinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser HDP'ê, em bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bûn. Ji ber îtiraza MHP'ê ya beriya hilbijartinê ku HDP li sindoqên dengdanê nebe wezîfedar, her wiha nebûna temsîliyeta Partiya Çepên Kesk a li meclîsê, me nekarî li desteyên sindoqê wezîfeyê bikin. Lê belê muşahîdên me hebûn. Li hemû sindoqên bêûsûlî lê hate kirin, dengên me bi navê MHP'ê hatin nivîsandin. Ji xwe raporên mohrkirî yên li ber destê me û daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li hev nayên. Bingeha wê berê hatibû amadekirin."
'KARÊN ME YÊN HILBIJARTINÊ JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATIN ASTENGKIRIN'
Ozgurk ragihand ku di dema hilbijartinê dewletê gelek astengî danî ber wan û diyar kir ku ji ber zextê neçar man ku mîtînga Erxeniyê betal bikin.
'GELÊ KURD LI BER HELWESTA XWÎNRIJ RABÛ'
Ozturk destnîşan kir ku li gel astengiyan jî gelê Kurd di hilbijartinê de helwesteke şênber nîşan da, bersiv da faşîstan û dijminên Kurdan û li ber sîstema Erdogan rabû. Ozturk ragihand ku gelê Kurd di vê hilbijartinê de rêya sêyemîn hilbijart û got, "Gelê Kurd li ber wê ferasetê rabû ku 8 sal in xwînê dirijîne. Gelê Kurd bi vê helwesta xwe jiyaneke bi hev, demokratîk, aştiyane û bi rûmet hilbijart. Divê her kes hurmetê nîşanî vê biryarê bide."